LI SER BERHEMÊN ME

Helîm Yûsiv û 99 Morîkên Belavbûyî

Luqman Silêman
Dema ku min Romana Helîm Yûsiv ya bi navê "99 morîkên belavbûyî" xwend, ez li pey wan morîkan çûm û her morîkekê ez sipartim ya dî. Tevlî ku ez negiham dawiya morîkan, ji ber ku ew girêdayî bi jiyan û kêşeya miletekî ve, lê diyare ewî xwestiye, yan ew bi xwe jî wisa ye, jiyana milet û welêt weka wan morîkan bi hev ve girêbide. Ji lewma min nema dizanî, ne ez jiyana xwe dixwînim, ne jiyana penaberekî, ne jî jiyana kesekî windayî ku ew jî weka Azad li ber bayê penaberiyê ketiye. (Ji bo dewama nivîsê bitikîne)
__________________________

Ji Helîm Yûsiv romenek nû: ‘99 Morîkên Belavbûyî’ Helîm Yûsiv ku berî vê romanên bi navê “Sobarto”, “Tirsa Bê Diran” û “Gava Ku Masî Tî Dibin” derxistibû vê carê “99 Morîkên Belavbûyî” pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Weşanên Peywendê ku berî vê hemû pirtûkên Helîm Yûsiv ji nû ve çap kiribû niha romana wî ya nû jî çap kir û di Fûara Pirtûkan a Amedê de pêşkêşî xwendevanan bike. Mirov dikare bi 7 pirsan kakilê romana nû ya Yûsiv nîşan bide: (Ji bo dewama nivîsê bitikîne ser metnê)