9.04.2016

Şewnameya Şa'irekî Têhnî (Hemû Berhem) - Abdulla Peşêw



Weşanxaneya Peywendê dest bi çapkirina hemû berhemên Abdulla Peşêw kir. Çar berhemên pêşîn yên Peşêw di cildekî taybet de hate çapkirin. Berhemên Peşêw yên mayîn jî wê di du cildên taybet de werin çapkirin. 

MEM Û ZÎN - Pîremerd


Şanonameya Mem û Zîn di 1932’yan de wekî rêzenivîs di rojnameya Jiyanê de tê weşandin. Di 1934’an de jî wekî kitêb tê çapkirin. Pîremêrd sê şanoname nivîsîne û ji wan a ewil Mem û Zîn e ku ew şanoname wekî yekemîn şanonameya bi soranî tê qebûlkirin.

MEMÊ BÊ ZÎN - Helîm Yûsiv


Memê Bê Zîn, ji çîrokên di hêla mijar, naverok, şêwe û awayê honandinê de ji hev cihê û ji hev dûr pêk tê. Ji çîrokên surreal bigire hetanî çîrokên ji bîranînên dema xwendekariya zanîngehê, ji wir hetanî bi çîrokên ku li ser bingeha felsefeya hezkirin û evînê hatine honandin. Her wisa cihên qewimandina bûyeran jî cihê cihê ye; Kurdistan, Sûriye û welatên Ewropayê.

TIRSA BÊDIRAN - Helîm Yûsiv


“Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji we re bibêje li wê çargoşeya di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de. Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzikayî nas bike û bizanibe tirs çi ye, bila berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê çêbûye û lê pîr bûye.”

STÊRKA XURICÎ FERÊT - Welat Dilken


Stêrka Xuricî Ferêt zemanê qedîm û îro tîne ba hev û bi rêya vegotinên paralel, çîroka ava kirina berhemên antîk ên Komagenê û çîroka xirakirina wan bi hev re vedibêje. Çîrokek me dibe zemanên xwedayan û nîşanî me dide ka çawa Samosê nivîsar bi fermanên Keyser, gotinên wî yên yezdanî dinivîse û Hoste Zosîmos wêneyê evîna Samos Stêraya kulek wek rûyê keybanûyê neqş dike.

ÇÎROKA REŞPOŞAN - Dana Fayeq

Çîroka Reşpoşan her çiqas berhemeke ji hêla fizîkî ve kêmrûpel û biçûk be jî, ji hêla teşe, mijar û hemû taybetiyên xwe yên din ên edebî ve berhemeke xurt û qedirbilind e.