9.04.2016

Şewnameya Şa'irekî Têhnî (Hemû Berhem) - Abdulla Peşêw



Weşanxaneya Peywendê dest bi çapkirina hemû berhemên Abdulla Peşêw kir. Çar berhemên pêşîn yên Peşêw di cildekî taybet de hate çapkirin. Berhemên Peşêw yên mayîn jî wê di du cildên taybet de werin çapkirin. 
"Abdulla Peşêw yek ji helbestvanê herî mezin ê edebiyata kurdî ye ku di asta cîhanê de nûnertiya helbesta kurdî dike. Peşêw wek mêşhingivekî, hemû çêj û rindiyên zimanê kurdî berhev dike û bi ...palpiştiya nerîtên ciyawaz ên helbesta cîhanê îksîreke nû pêşkêşî me dike. Ji ber vê, peyv di helbestên Peşêw de di nav semayeke ahengdar de bi tevahî dibin melodî û bi firê dikevin. Loma jî muzîkalîte û helbestiyet taybetiya herî berbiçav a helbestên Peşêw e ku mirov dikare li ber vî dengî bigirî, zîz bibe, bicoşe, hawar bike, xewnan bibîne û kêm caran be jî bibişire.
Bêguman Peşêw ji bo bigihîje vê astê ne tenê di nav gol û rûbar û bîrên zimanê kurdî de avjenî kiriye, di heman demê de xwe noqî derya û oqyanûsên cîhanê jî kiriye û bi rêbaz û teknîkên nû bergehên teze li ber helbesta kurdî vekiriye û vedike. Ji ber vê Peşêw, bi nûnertiya deng û rengê kurdan îro di nav senfoniya helbesta cîhanê de bi awazê xwe yê taybet xwedan cihekî girîng e. Jixwe raza cîhanîbûna wî jî di vir de ye.
Lewra bi gotina Eliot helbestvanekî ji bo ku nasnameya cîhanîbûnê wergire divê pêşî nûnertiya netewe û navçeyeke diyarkirî bike û bi awaza xwe ya taybet strana hemû mirovahiyê binehwirîne. Abdulla Peşêw jî di dirêjahiya azmûna xwe ya helbestvaniyê de vê dike. Loma jî şîn û şahî û xwestekên xwe yên kesî û neteweyî bi şîn û şahî û xwestekên mirov û neteweyên din ve girê dide û bi xwebûna xwe hebûna her kesî dewlemend dike." 
Zülküf Ergün (Ji pêşgotina berhemê)