11.05.2018

ZIMAN Û NETEWESAZÎ: Lêhûrbûnek li ser Kovara Hawarê - RONAYî ONEN

Ronayî Onen di vê xebata xwe de, di zemîneke teorîk a aloz de, rêça pêvajoya netewesaziyê digerîne. Mijarên bingehîn ên pirtûkê kovara Hawarê û rewşenbîrên kurd in ku li dor vê kovarê hatine gel hev û ji bo netewesaziyeke bingeh-zimanî têkoşiyane.

ÎSLAM, ÎSLAMÎZM, DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ - Kamal Soleimani

Ev xebata ku ji nivîsên cuda pêk tê, mijar û temayên cur bi cur ên derbarê dîroka Kurdistan, îslam û neteweperweriyê de vedikole. Şeysiyetên cuda yên kurd ên dîrokî, wek Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Nursî, Şêx Seîd, Îsmaîl Axayê Simko û rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê yên sedsala 19emîn têne vekolandin. Ev lêkolîn li ber roniya xebateke dirêj a li ser belgeyên dîrokî pêk tên. Belgeyên li ser van babetan bi riwangeyeke înterdisîplîner tên lêkolandin.

XEWNA MÊRIKÊN ÎRANÎ - MARDÎN ÎBRAHÎM

Ev kitêba ku niha li ber destê we ye, ew kitêb e ku Ofîlya di wê maweyê de xerîkî nivîsîna wê bû. Piştî şeş mehan Ofîlya hate ba min û ez agahdar kirim ku nivîsîna kitêbê temam kiriye. Lê ji berê lawaztir û bêtaqettir dixuya. Berî ku ez daxwazê lê bikim ji bo ku kitêbê bide min da ku bixwînim, wê ji çenteyê di destê xwe de kitêb derxist û da destê min. Belê, ev kitêba ku hûn ê niha bixwînin keçikeke bîst û şeş salî ku nedikarî xeber bide û navê wê Ofîlya bû, nivîsiye. Divê wê yekê jî bibêjim ku ji wê rojê û pê ve rewşa derûnî ya Ofîlyayê xerabtir dibû û wisa lê hat ku em neçar bûn wê neqlî nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên aqlî bikin. Ji bo cara dawîn ku min Ofîlya dît, li nexweşxaneyekê bû û di menzeleke ne xweş de, di nav du çavdêrên xwîntehl de hatibû danîn. Çavên wê bi şêweyeke tirsnak zivirîbûn û porê wê tevlihev bû û ji her demeke din lawaztir xuya dikir.

KETINA BOREQELAYÊ DI ÇÎROKEKE KEVN DE - MARDÎN ÎBRAHÎM

KETINA BOREQELAYÊ DI ÇÎROKEKE KEVN DE - MARDÎN ÎBRAHÎM

HEFSAR - Hesenê Metê

"Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse... qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.

HÊSIRÊN XWÎNÊ - Ahmedê Hepo

Berhemên Ahmedê Hepo ne tenê ji aliyê zimên ve belgeyinên wêjeyî ne; her wiha ew serpêhatiyên wî jî bi qasî zimanê wî orjînal in. Her kurdekî ku bi mebesteke kurdewariyê çûye Azerbaycanê teqez riya wî bi mala Apê Ahmed ketiye; bi alîkariya wî gihiştiye mirazê xwe. Ahmedê Hepo him damezrînerê wêjeya kurdî ya kurdên Azerbaycanê him jî bi xebatên xwe alîkariya pêşveçûna wêjeya kurdên Ermenistanê kiriye.

WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE - Helîm Yûsiv

Hêmaya tirsê ku di berhemên Helîm Yûsiv ên din de jî hêmayeke sereke ye, di vê berhemê de di kirasê wehş û hovitiyê de xwe dide der, wehşîtî û hovitiya ku bi sedsalane di reng û diruvên cur bi cur de li ser vê xakê kon vedaye...

Tarîxa Dinêserê - Îbnu Ilalmiş

Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajarana bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin.

Donzdeh Siwariyên Merîwanê - Pîremêrd

Pîremêrd, di vê berhema xwe de behsa şerê donzdeh siwariyên kurd ê li hember artêşa Îranê ya bi donzdeh hezar kesî dike. Ev donzdeh siwar
bi lehengî şer dikin û artêşa Îranê têk dibin. Berhemên wekî Mem û Zîn û Donzdeh Siwariyên Merîwanê nîşan didin ku Pîremêrd bi van her du destanên ku di nav kurdan de heta îro nifş bi nifş bi devkî hatine veguhastin, dixwaze hesteke neteweyî pêk bîne. Dema ku mirov bala xwe dide naveroka van herdu berheman, mirov dibîne ku Pîremêrd bi hêmayên neteweyî ev her du berhem neqişandine.

DESTEYEK JI DEQÊN FELSEFEYÊ - AMADEKAR: ÎBRAHÎM BOR

Ev xebat her çiqas bi rêya wergerê bîr û ramanên çend fîlozofan dide nîşan jî li vir daxwaz û mebesta van wergeran a sereke ne hînbûna felsefeyê ye, lê bêhtir di nav têgeh û termên zimanê kurdî de hînbûna felsefeyê ye. Ji ber ku em bi berçavkên têgehên di zimên de li cîhanê dinêrin, ev tê wê wateyê ku avakirin û hilberîna têgehên nû têgihiştinên me berfirehtir dike. Her têgehek nû, rê li dîtineke nû û têgehiştinek nû vedike...