11.05.2018

XEWNA MÊRIKÊN ÎRANÎ - MARDÎN ÎBRAHÎM

Ev kitêba ku niha li ber destê we ye, ew kitêb e ku Ofîlya di wê maweyê de xerîkî nivîsîna wê bû. Piştî şeş mehan Ofîlya hate ba min û ez agahdar kirim ku nivîsîna kitêbê temam kiriye. Lê ji berê lawaztir û bêtaqettir dixuya. Berî ku ez daxwazê lê bikim ji bo ku kitêbê bide min da ku bixwînim, wê ji çenteyê di destê xwe de kitêb derxist û da destê min. Belê, ev kitêba ku hûn ê niha bixwînin keçikeke bîst û şeş salî ku nedikarî xeber bide û navê wê Ofîlya bû, nivîsiye. Divê wê yekê jî bibêjim ku ji wê rojê û pê ve rewşa derûnî ya Ofîlyayê xerabtir dibû û wisa lê hat ku em neçar bûn wê neqlî nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên aqlî bikin. Ji bo cara dawîn ku min Ofîlya dît, li nexweşxaneyekê bû û di menzeleke ne xweş de, di nav du çavdêrên xwîntehl de hatibû danîn. Çavên wê bi şêweyeke tirsnak zivirîbûn û porê wê tevlihev bû û ji her demeke din lawaztir xuya dikir.



Dîsan heman ew roj bû ku min bi bişirîn jê re got: “Ofîlya çawan î?” Wê tu îşareteke wihsa neda ka min dinase yan na. Ne tenê ew, heta devê xwe li min pehn kir û zimanê xwe ji min re derxist. Ji wê rojê û pê ve êdî min nedixwest axiriya Ofîlyayê bizanim. Lê ji bo min -ku ji ber pisporiya xwe ev gelek sal in ez nêzikî wan kesan im ku nexweşiya wan a derûnî heye- mesele ew e ku eger Ofîlya niha nemiribe, piştrast im ji ber xerabtirbûna rewşa wê ya derûnî, rewşa wê ji rewşa miriyekî hezar carî xerabtir e. Ji ber vê rastiyê ye ku ez naxwazim tu xeberekê li ser Ofîlyayê bibihîzim. Lê wek bîranîneke wê û wek wefadariyekê ji bo wê keça ciwan a ku gelek rojan bi hêminî, xwînşîrînî û bi ciwaniya xwe binkeya me şên kiribû, ez li vir wê kitêba ku Ofîlyayê di menzela hejmara heştan û di qata duyem a binkeya me de nivîsî, niha bi we re pareve dikim. Ez wê jî bibêjim eger pirseke we hebe li ser naverok û çawaniya rûdana wan bûyeran û daxwaza her zelalkirineke zêdetir, ji bo wê yekê niha pir dereng e; çimkî Ofîlya êdî ne di rewşeke wiha de ye ku bersiva pirsyarên me bide. Loma ew kesên ku vê kitêbê bixwînin bila nepirsin, her wekî çawan ez jî napirsim, bila qet nepirsin van bûyeran bê ka çawan rûdane, nepirsin kîjan rast e û kîjan fentezî ye, nepirsin vê keçika xweşkok çawan kariye bi van hûrgiliyan bizane! Çimkî niha pir dereng e, pir dereng…

Roman
Ji Soranî:
Eyip Subaşi