Ev xebat her çiqas bi rêya wergerê bîr û ramanên çend fîlozofan dide nîşan jî li vir daxwaz û mebesta van wergeran a sereke ne hînbûna felsefeyê ye, lê bêhtir di nav têgeh û termên zimanê kurdî de hînbûna felsefeyê ye. Ji ber ku em bi berçavkên têgehên di zimên de li cîhanê dinêrin, ev tê wê wateyê ku avakirin û hilberîna têgehên nû têgihiştinên me berfirehtir dike. Her têgehek nû, rê li dîtineke nû û têgehiştinek nû vedike...
Gelek cureyên raman û zanînê hene ku jiyan û şaristaniya mirovahiyê bi wan saz dibe. Wek zanînên hunerî û zanistî, ramana felsefê jî di avabûna piraniya saziyên şaristaniyê de cihek taybet girtiye. Rastî di vî warî de felsefe ku wek make-raman/make-zanîn dest pê kiriye, îro jî bi rêbazek rexnegerî, nirxandinî û pirsgerî bi hemû cureyên zanîn û zanistê re têkildar e. Li gel piraniya disiplînên bingehîn yên felsefeyê (wek sinc, zanîn, hebûn, nirx hwd.) gelek teorî û dîtinên cihê jî di nav vê ramana berfireh de hene û hêj yên nû jî lê zêde dibin (wek bûnewerî, daringparêzî, bîrparêzî, diyardenasî hwd.). Li gel van bin beşên cihê yên felsefê, ew her wiha bi piraniya cureyên zanînan re jî têkildar e. Ev cure ji felsefeya matematîkê bigirin heta felsefeya hawirdorî, ji felsefeya dîn heta felsefeya ziman berfireh dibe.
Girêdayê cihêbûna beşên felsefeyê di vê wergerê de me cih da çend deqên fîlozofên ku di dîroka felsefê de navdar in. Di bijartina wan de me, hem ciyawaziya beşên felsefeyê hem jî cih û taybetiya fîlozofan a di dîroka felsefeyê de berçav girt.