Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye Elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de.
5.10.2015
Destpêkek Ji Bo ZANISTA EDEBIYATA MODERN / REMEZAN ALAN
Tiştekî ku ji bo edebiyata modern bibe “zanîn”ek heye? Ew warê ku jê re poetîka, teoriya edebiyatê an jî edebnasî tê gotin, bi pêvajoyeke çawa ve girêdayî ye? Ji ber çi ji bo huner û edebiyatê ewqas riyên cuda hene? Şîrove, metin, wate, edebîtî, erkê edebî, cure, peywend, zewq, xweseriya estetîk, resenî, teqlîd û hwd. ji bo teoriya edebiyatê çi îfade dikin?..
KURD, KITÊB, ÇAPXANE - Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923) / Mesûd Serfiraz
Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna kitêbên kurdî yên ku di navbera salên 1844-1923yan de di nav sînorê Osmanî de çapbûne, naskirina weşangerên van kitêban û têkiliya van kesan bi komeleyên kurdî re mijarên sereke yên vê xebatê ne. Ji bo vê yekê di beşa 3 û 4an de danasîna 40 kitêbên kurdî yên wê dewrê tê kirin. Herwiha di beşa duyem de hewl tê dayîn ku peywendiya di navbera çapkirina kitêbên kurdî û pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra Osmanî de bê nîşandan. Ji ber vê yekê di vê beşê de qala komeleyên kurdan ên wê demê û weşanên wan ên periyodîk, bi giştî çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, vegotina rewşenbîr/netewperwerên kurd ên wê demê û çend bûyerên girîng tê kirin. Dîsa bi vê mebestê behsa du kesan tê kirin ku bi fikriyata xwe bandoreke mezin li ser kurdayetiyê wê dewrê kirine: Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî.
BEYANA XWARINAN Û ZEWQÊN WAN / ŞÊX MUHYEDÎNÊ HÊNÎ
Ev destxeta ku çîroka peydabûna wê jî bi qasî wê balkêş e, wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19an e û bi şêweya mesnewiyê hatiye nivîsîn.
SERPÊHATIYÊN KURDAN (CILD I-II)
Serpêhatiyên Kurdan, çîrokên rasteqîn in; hatine bihîstin, çavdêrîkirin, tecrûbekirin an ji çandeke hevpar hatine wergirtin. Ji wan jiyan, zanebûn û tecrûbeyên “zemanekî” difûre. Lê hinek jî ji ber vê qederê, ev serpêhatî îro ji me pariyekî dûr dixuyin.
MEWLÛDA PÊXEMBER - TÎRÊJ
Mewlûda Pêxember, yek ji berhemên şairê navdar Seydayê Tîrêj e. Ji 64 rûpelan pêk tê. Ebatê wê 13.5x21 e.
DÎWAN – SEYDAYÊ TÎRÊJ
Dîwan, her sê pirtûkên Seydayê Tîrêj
yên bi navê Xelat, Zozan û Cûdî dihewîne. Helbestên Seydayê Tîrêj rengvedana jiyana kurdan a
sedsala 20an e. Heta ne tenê kurd, dîroka kurdan a nêz, wek şerê azadiyê li
başûrê Kurdistanê, gelek bûyerên li Rojhilata Navîn û dinyayê jî ji helbestên
wî re bûne mijar. Helbesta Tîrêj şahidê dîroka gelê kurd a sedsala borî ye. Ji
şerê serxwebûna Cezayîrê bigire heta berxwedana gelê Vîetnamê, ji têkoşîna
Filistînê bigire heta şoreşên ku bi pêşengiya Che Guevera li Amerîkaya Latîn rû
didan, tê de dixuyin.
LABÎRENTA CINAN - Hesenê Metê
Realîzm û surrealîzma di Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî yên ku em pê dizanin gelekî cudatir e. Û xwe dispêre cîhên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jî dûrtir e, ev surrealîzmeke xas e û ya nivîskar bi xwe ye.
LI DÊRÊ / HESENÊ METÊ
Hesenê Metê xwendevanan di Gotinên Gunehkar de dibe warekî pîroz û bo nav minaqeşeyeke lahotî-felsefî. Li Dêrê jî ew domê dide seredana cihên pîroz û vê carê ew cih jî dêreke Swêdî ya li başûrê Stockholmê ye.
BASİBRİNALI ADDAY VAKAYİNAMESİ / KUTLU AKALIN
SUNUŞ
Tarihin temel unsurları olan zaman, mekân ve insana dair XV. miladi yüzyılda Yukarı Mezopotamya’da cereyan etmiş hadiseler, Tur Abdin’e bağlı Basibrina köyüne mensup Süryani din adamlarından keşiş Adday (ö. 1502) tarafından XV. yüzyılın sonunda ünlü Süryani bilim adamı Bar Hebraeus’un Kilise ve Dünya Tarihleri’ne iki ayrı zeyli/eki Süryanice olarak kaleme alındı. Bu metinlerin Süryanice asılları birkaç kez basıldı ve batı dillerine çevrildi. İlk etapta bölge tarihi açısından önemi dolayısıyla dünya tarihi kısmına yapılan zeyli yeniden yayına hazırlamayı gerekli gördük. Yapılan baskılarda yerleşim yerlerinin yanı sıra dinî ve etnik grupların isimlerinin tespitinde yapılan yanlışlıklar bu yeni edisyonunun yapılmasında en önemli etken oldu.
Tarihin temel unsurları olan zaman, mekân ve insana dair XV. miladi yüzyılda Yukarı Mezopotamya’da cereyan etmiş hadiseler, Tur Abdin’e bağlı Basibrina köyüne mensup Süryani din adamlarından keşiş Adday (ö. 1502) tarafından XV. yüzyılın sonunda ünlü Süryani bilim adamı Bar Hebraeus’un Kilise ve Dünya Tarihleri’ne iki ayrı zeyli/eki Süryanice olarak kaleme alındı. Bu metinlerin Süryanice asılları birkaç kez basıldı ve batı dillerine çevrildi. İlk etapta bölge tarihi açısından önemi dolayısıyla dünya tarihi kısmına yapılan zeyli yeniden yayına hazırlamayı gerekli gördük. Yapılan baskılarda yerleşim yerlerinin yanı sıra dinî ve etnik grupların isimlerinin tespitinde yapılan yanlışlıklar bu yeni edisyonunun yapılmasında en önemli etken oldu.
SOBARTO – HELÎM YÛSIV
Sobarto, ne tenê çîroka salên agirê sînemaya
Amûdê, razên sert ên zarokatiyeke lidûmayî û evîneke têkçûyî ye; di heman demê
de di nav îmkanên çîroksaziyeke xurt û pirhêl de çîroka miletekî bindest û
çerxa feleka wî ya çep e jî…
GAVA KU MASÎ TÎ DIBIN – HELÎM YÛSIV
Gava
Ku Masî Tî Dibin,
romana kesekî û dewrekê ye: Masî bi xatirê evîna Berfînê dide ser rêya çiyê,
dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman
demê de ev roman, a nifşekî fedakar û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya
têr-qerqeşûn, bi rîtma zemanekî lezgîn diherike, ji dewra xwe panaromeyekê
nîşan dide.
MÊRÊ AVIS – HELÎM YÛSIV
“Di
Mêrê
Avis de Helîm
Yûsiv heykel û avahiya çîroka kevneşop dirûxîne, wan çîrokên ku tiştekî li
çîrokên heyî zêde nakin, li paş xwe dihêle û çîrokeke nû ava dike.
Selah
Dawûd-El-Isbû El-Edebî, hejmar 317, Şam,
1992
JINÊN QATÊN BILIND – HELÎM YÛSIV
“Cîhana Helîm Yûsiv a ekspresyonîst,
cîhana nakokî û paradoksan e, cîhana xewn, binhişî û taswaseyê ye. Ji aliyekî
ve realîst e û ji aliyê din ve surrealîst e. Nivîskar wan aliyan ji realîzmê
dibe, ew ên ku xizmeta mecaz û fantaziyên cîhana wî dikin, wisa jî dest davêje
wan aliyên surrealîzmê, ew ên ku xizmeta nakokî û paradoksên wê cîhanê dikin.”
Ji
pirtûka Cîhana
Helîm Yûsiv a Expressionismî
ya Mihemed Mihyedîn Mîno, Sûriyê, 2004
MIRÎ RANAZIN – HELÎM YÛSIV
“Di pirtûka Mirî Ranazin de mirî xweşik in, siwarê ku dijî
ajovan derkeve guhê wî jêdibe, ciwanek gava ku can dide, namire, dibe çiyayek û
roj bi roj çiyayên vî welatî zêdetir dibin, sînor mirovan dixwin, dil bê derî
ne, mejî di tehtîlê de ne, reşikên şevê xwe li şermola, goristana Amûdê digrin.
Şermola berfireh dibe, dibe welatek û li vî welatî dîn komaran ava dikin… Pê re
jî çîrok kirasên nûjeniyê li xwe dikin û berê xwe didin jiyanê.”
BIRÎN – AHMEDÊ HEPO
“…li wir, li welêt me dibihîst, wekî li
Sovêtê hemû tişt aza ye. Keko, ez serê te yî ezîz kim, min ew kurdên li
Yêvlaxê, nava axa sipî da dîtine vir da, min hemû derd-kulê xwe ji bîr kiriye.
Min digot hetanî ez sax im du birînê min hene yek ê zû-dereng bicebire, yek ê
min ra here tirbê. Yek ew e wekî, weten mîna keça kezî destê neyaran da ye. Yek
jî, keko, ez qurban, wexta em çend pêşmerge daketine gundê me, me dît agir bere
gund dane, me ji wî gundî her zarek xilaz kir. Me zar hilda paş da vekişiyan,
zarokê dikire nalenal, çavên xwe venedikir. Ew li milê min bû. Em gihîştine
çiya, îdî me go, şukur me zar xilaz kir. Lê ... Nişkê va me hew zanibû ew xwe
da hat, hineka qewat-sihet dane wî. Zarongê çavên xwe vekir, li me gişka
nihêrî, vegerî dor-berê xwe mêze kir û bi lewzekî şirîn got:
-Apo, avê bide min.
Bavo, hineka gotin, na avê nedinê,
hineka gotin hûn nabînin lêvê wî tî da qerçimîne, tiştekî wî tune, avê bidinê.
Me av dayê. Ewî av vexwerinê şûnda got:
-Ax, çawa şirîn e ava weten!
Ev giliyên wî yên dawiyê min ra bûne
derdê bêderman. Naha halê wan kurdên hêsîr min ra bû derd-kulê sisiyan. Ev çito
azayî ye?”
ÎŞEV Û ÇÎROKA DAWÎN – HESENÊ METÊ
Îşev
û Çîroka Dawîn, ji
çîrokên kurt û “mînîmal” pêk tên. Hesenê Metê vê carê berê xwe dide cureyeke ku
zêde di çîroknûsiya kurdî de nehatiye ceribandin. Li gor taybetiya çîrokên
mînîmal Metê, zimanekî rafîne, naverokeke bi fikr û ramanan tije, halekî rût ê
kêliyeke sade ya jiyanê derxistine pêş û quncikê fînalan jî vala hiştiye da ku
ji aliyê xwendevan ve bê dagirtin. Elbet Hesenê Metê, dest ji temayên xwe yên
daîmî bernedaye, lê temayên wek rewşa jin û mêr, edaleta Xwedê, xulqê jinê,
halên trajîkomîk ên nivîskariyê, ezabê evîn û jiyanê di nav vê cureyê de
digihîne qonaxeke nû û xelekeke din li nivîskariya xwe zêde dike.
PÊSÎRÊN DAYÊ – HESENÊ METÊ
Rewşa jin û mêr, nivîskarî, jiyana li
xerîbiyê… temayên berbiçav ên Pêsîrên Dayê ne. Lê di nav van temayan de
leîtmotîfek heye ku rengekî kûr û psîşîk dide van çîrokan. Ew, windakirina
germahiya dayikê ye ku ji bo zarokekî bihuşteke winda ye.
TOFAN - HESENÊ METÊ
Tofan, di edebiyata kurdî de parçeyê
tradîsyoneke kêmceribandî ye. Ew, satîrek e. Wekî gelek satîrê, pala xwe dide
rexneyeke siyasî. Mirov dikare wê di nav silsileya metnên wek Meseley Wijdan û
Le Xewma de bihesibîne. Di nav atmosfereke fantastîk de fanatîzma polîtîk û li
ser vê esasê di nirxên civakî de peydabûna pûçbûn û rizîbûnê, kaos û tofanê
nîşan dide.
GOTINÊN GUNEHKAR - HESENÊ METÊ
Nivîskar, di heman demê de ew kes e ku
derdekî wî heye. Derd, naveroka berheman e, mebesta nivîsandinê ye. Hesenê Metê
wekî her nivîskarê ciddî ne tenê naveroka metna xwe, awayê vegotina wê jî ji
xwe re kiriye derd. Dema riya qisetkirinê bi dest dixe, di nav wê şêwaza xwe ya
xweser de ji me re çîroka kamilbûna ciwanekî vedibêje û wekî her çîroka
çavvebûnê, vê yekê bi gotinên wêrek tîne meydanê.
EPÎLOG & SMÎRNOFF - HESENÊ METÊ
Hesenê Metê di edebiyata kurdî de yek
ji wan nivîskarê mezin ê van salên dawîn e. Hosteyê vegotin û çîroknûsînê ye.
Di hemû kurteçîrokên wî de ji bo ziman kedeke mezin û dilsoz xwe dide dest. Ger
di edebiyata kurdî de em behsa humour ango îroniyê bikin, Epîlog û Smîrnoff bi
mînakên serkeftî yên vî cureyî tije ne.
ZIMANEK ÇIMA TÊ QEDEXEKIRIN? - CUMA ÇÎÇEK
Zimanek Çima Tê Qedexekirin? Ev pirtûk,
li ser dîroka dilsoj a zimanê kurdî ji vê pirsa bingehîn re bersivekê digere.
Polîtîkayên dewletê yên der barê zimanê kurdî de û têkoşîna kurdan a siyasî û
hiqûqî ya li dij wan polîtikayan di pirtûkê de cihekî berfireh digire.
SATURN – REMEZAN ALAN
Saturn, der barê çûneke muqedder de ye.
Ev çûn çi qas ji bo evîna Xewbanûyê ye, çi qas ji meraqa naskirina dinyayê ye
ne diyar e. Lê diyar e ku bi vê çûnê re dê hin kes bikevin fikaran û hin kes jî
li ser bi destxistina îqtîdarê dek û dolaban bigerînin. Ji ber ku lehengê
sereke yê romanê Bengîn, wêrisê tekane yê text e. Roman, bi vebêjeke diyalojîk
a ku heqê lehengan îhmal nake, bi parodî, têkiliyên navmetnî û bi zimanekî
sînematografîk ê ku li ser ‘dîtin’ û ‘vegotin’ê hûr dibe, ava bûye.
TÎR Û ARMANC / REMEZAN ALAN - ERGİN ÖPENGİN
Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji
nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di
geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî
an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana
edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê
vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi
nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên
pênaseyî, naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî.
BENDNAME - li ser ruhê edebiyatekê / REMEZAN ALAN
Bendname, di warê edebiyata kurdî de dilxwazê
nîqaşekê ye. Carna vê yekê bi mijarên girîft carna jî bi yên ku zêde nehatine
rojevê pêk tîne û bang li xwendevanên xwe dike ku tevlî vê nîqaşê bibin.
Berhem, kêşeyên bingehîn ên rexneya edebî ya îroyîn; wek mêtinkarî û edebiyata
netewî; ezmûna modernîteya derî Awrûpî û têkiliya edebiyatê; pêywendiya navbera
nivîskar û îqtidarê; barên kolektîf ên nivîskarê kurd; di bin vî barî de carna
zeîfbûna estetîkê; mezaxtina edebî û şertên piyaseyê ji bo nîqaşa îmkan û
kelemên edebiyata kurdî bi kar tîne. Lewma analîzên tê de bi qasî zanista metnê
û rêbazeke guncaw, di xwe de wan şert û mercên civakî, siyasî û dîrokî yên ku
rengek dane metnê jî dihewînin.
FOLKLOR Û ROMAN - li dor texeyyulên berê rêçên îroyîn / REMEZAN ALAN
Folklor
û Roman, di
edebiyata kurdî de li pey romanên ku pala xwe dane folklorê dikeve. Di van
romanan de mijarên wek hişê civakî, nasnameya netewî, berterefkirina kêmasiyên
dîrokî, texeyyulên ku berê endîşeyên wan li îro ne, bi xwendineke sosyolojîk
guftûgo dike.
5.09.2015
Hemû Berhemên Hesenê Metê...
Hesenê Metê yek ji wan nivîskarên mezin ê van salên dawîn e.
Di nava edebiyata kurdî de ciyekî wî yê xweser heye. Weşanxaneya Peywendê bi Labîrenta Cinan û Li Dêrê re çapkirina hemû berhemên wî temam kir û bi vî awayî
regezeke xwe ya sereke jî –çapkirina hemû berhemên hin nivîskarên kanonîk- bi
cih anî. Kuliyada Hesenê Metê û Tîrêj bûn xeleka yekem a vê pêvajoyê. Ev yek dê
bi berhemên Helîm Yûsiv û Abdulla Peşêw re bidome.
5.08.2015
Hemû Berhemên Seydayê Tîrêj
Weşanxaneya Peywendê piştî yên Hesenê Metê hemû berhemên
Tîrêj jî çap kirin. Bi Serpêhatiyên
Kurdan û Mewlûda Pêxember re kuliyada
Seydayê Tîrêj jî temam bû. Berê kitêbên wî yên wek Xelat, Zozan û Cûdî di
nav cildekê de, DÎWAN, çap bûbûn.
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)