Gava
Ku Masî Tî Dibin,
romana kesekî û dewrekê ye: Masî bi xatirê evîna Berfînê dide ser rêya çiyê,
dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman
demê de ev roman, a nifşekî fedakar û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya
têr-qerqeşûn, bi rîtma zemanekî lezgîn diherike, ji dewra xwe panaromeyekê
nîşan dide.
Helîm Yûsiv, bi cewhera hunermendekî
astbilind û afirîner kedekê dide ziman û vegotina berhemê. Bi vî awayî hem
ziman ji zêdehiyan rizgar dike û hem jî deriyê vegotineke teze vedike.
Sayfa: 184 - 2. Ebat: 13.5 x 21
İstanbul, 2014