Mewlûda Pêxember, yek ji berhemên şairê navdar Seydayê Tîrêj e. Ji 64 rûpelan pêk tê. Ebatê wê 13.5x21 e.
".....Li gor teoriya cureyan tu cureyê edebî bê zeman û sînor nîne. Her cure bi bihurîna demê re diguhere, dikemile û piştre jî diqelibe cureyên din an jî di nav cureyên nû de erkdar dibe. Mînak di dema roman nivîsînê de epîk êdî nayê nivîsîn, gotara epîkî bi tenê dikare bibe hêmaneke derbirîna romanê. Trajediyeke ku di nav dem û dewra xwe de tesîrek giran li ser xwendevan an jî temaşevanan dihêle, piştî ku dem derbas bibe û dewran diguhere ji aliyê nivîskarek nû ve bê nivîsîn, ji wê taybetiyê dikeve, ecêb dibe. Ku rewş ev be, di dema me ya ku cureyên modern zordestî li ser wêjeya klasîk kiriye, rastîtir ciyê wê girtiye, mebest ji nivîsîn an jî çapkirina mewlûdeke nû çi ye? Bi ser de dema em bidine ber hev Mewlûda Bateyî, hem ji aliyê naverok hem jî ji aliyê ziman, hêma û alegoriyan ango estetîkê ve, ji Mewlûda Tîrêj firehtir û bi hêztir e. Bersiv her wekî me li jorê jî gotibû şopên îdeolojîk in. Em dizanin ku di qirnê bîstan de di nav siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurdî de cereyaneke sekuler û çepgiriyê çêbûye. Tesîra van cereyanan li ser medreseyan jî çêbûye û nesleke ku wekî “melayên qomonist” hatiye binavkirin derketiye holê. Cegerxwînê ku tesîreke mezin li ser helbesta kurdî ya sedsala bîstemîn kiriye, mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Em dikarin Seydayê Tîrêj jî endamê vê ekolê bibînin. Lê ferqek girîng heye. Tîrêj ji awayê şêwaz, îdeolojî û naverokê ve çiqas di bin bandora Cegerxwîn de jî be, destekî wî bi dîn ve girêdayî bû ku ev yek di berhemên wî de jî xuya dibe. Ku em bi vî çavî lê binihêrin dikarin bibêjin, tercîhkirina nivîsandina cureyek klasîk ango Mewlûda Pêxember a ku cudahiya Seydayê Tîrêj dide nîşan, taybetiyên îdeolojîk di xwe de dihewîne.
Li milê din hestên bawermendiyê çiqas berê wî dabe nivîsîna mewlûdê jî Tîrêj hêmanên şoreşgerî û çepgîriyê jî veguhastiye nav kevneşopiyê. Di Mewlûda Seyda de serekên Mekkeyê “kolejar” in, ev têgeh hişmendiya çînî dide nîşan û li gor Mewlûdê ciyê wî di dîn de tueye:
Di ola me de qet ne hin kolejar
Ne hin cirîtî hem ne hin bendewar.
Tîrêj cilekî olî li bejna wekhevî û redda nijadperestiyê dike ku du prensibên girîng ên îdeolojiya çepgir in û wan bi baweriya îslamê ve girê dide:
Mirovên reş û gewr hemî wek hev in
Ji yek dê bav in, hemî yek reh in.
Û Tîrêj ciyekî taybet dide “xutbeya xatirxwestinê” û wê wek peymaneke wekheviyê înşa dike:
Ne kesra me îro ne jî qeyser im
Ne xaqan û şah im ne jî begler im.
Bi kurtasî Mewlûda Seydayê Tîrêj dudiliya nivîskarekî kurd nîşan dide. Li aliyekî veqetîna ji cereyana sekuler û li aliyê din veguhastina çend ramanên nû a nava kevneşopiya kevn. Wek Weşanxaneya Peywendê em Mewlûda Pêxember a Seydayê Tîrêj ku tipguhêziya wê ji hêla birêz Dilawer Zengî ve hatiye kirin pêşkêşî xwendevanan dikin.
Ömer Faruk Yekdeş"
(Ev nivîs ji beşeke pêşgotina kitêbê hatiye girtin.)
***
Seydayê Tîrêj - Di sala 1923an de li gundê Nicmê yê li herêma Qamişlokê hatiye dinyayê. Navê wî Naîf e. Li ber destê aliman xwendiye û piştre jî ji bo xwendina dibistanê demekê çûye Amûdê. Her çend xwendina xwe temam nekiribe jî li vê derê kesên wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar, Nûredîn Zaza nas kirine. Ev kes tesîreke mezin li Tîrêj kirine û li ser welatperwerî û kurdperweriya wî rolek lîstine. Seydayê Tîrêj ji xeynî dîwanên wekî Xelat, Zozan û Cûdî, mewlûdeke kurmancî û hin jî serpêhatî nivîsîne. Di sala 2002an de li Hisiçayê çûye ser dilovaniya Xwedê.
Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
Xelat (1991)
Zozan (1990)
Cûdî (1998)
Mewlûda Pêxember (2006)
Serpêhatiyên Kurdan I-II (1992/2009)
***
Seydayê Tîrêj - Di sala 1923an de li gundê Nicmê yê li herêma Qamişlokê hatiye dinyayê. Navê wî Naîf e. Li ber destê aliman xwendiye û piştre jî ji bo xwendina dibistanê demekê çûye Amûdê. Her çend xwendina xwe temam nekiribe jî li vê derê kesên wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar, Nûredîn Zaza nas kirine. Ev kes tesîreke mezin li Tîrêj kirine û li ser welatperwerî û kurdperweriya wî rolek lîstine. Seydayê Tîrêj ji xeynî dîwanên wekî Xelat, Zozan û Cûdî, mewlûdeke kurmancî û hin jî serpêhatî nivîsîne. Di sala 2002an de li Hisiçayê çûye ser dilovaniya Xwedê.
Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
Xelat (1991)
Zozan (1990)
Cûdî (1998)
Mewlûda Pêxember (2006)
Serpêhatiyên Kurdan I-II (1992/2009)