5.14.2020

DAXUYANÎ

Weşanxaneya Peywendê ku di sala 2013an de bi durişma "Teorî bi Kurdî Xweş e" dest bi karê weşangeriyê kir, bi ked û alîkariya gelek nivîskar û dildarên kurdî hetanî niha gelek berhemên hêja çap kir û di qada weşangeriya kurdî de ji xwe re cih û riyek vekir.
Di nava wê demê de, di navbera nivîskar û xwendevanan û Peywendê de têkiliyeke xweş û dostane çêbû, weşanxaneya Peywendê bû wek weşanxaneyeke kolektîf.

Em wek xwedî û kedkarên Peywendê yên berê, pêşî ji nivîskar û xwendevanên Peywendê re spasiyên xwe pêşkêş dikin ku Peywend bi saya wan gihîşt îro. Di nava heft salên borî de, gelek kesan çi madî, çi manevî destek dane me. Ji hemû kesên ku keda wan ketiye nava Peywendê re em spasiyên xwe pêşkêş dikin û malavayiya wan dikin.

Her wisa îhtimale ku kêmasiyên me jî çêbibin, dilê hin xwendevan û nivîskaran jî li me mabe... Ku hebin kêmasiyên me, em lêborina xwe ji we dixwazin...

Carinan divê bargirê wezifeyan biguherin. Ji îro pê ve karê Peywendê wê ji aliyê ekîbek nû û enerjik ve bê meşandin. Peywend wê di bin rêveberiya Xalid Sadinî de ku hetanî niha raya giştî ya kurdî wî bi nasnameya wî ya nivîskariyê nas dike, di bin banê www.kitabakurdi.com de, li bajarê Wanê weşana xwe berdewam bike.

Em bawer dikin Peywend wê ji îro şûn de jî bi heman hesasiyetê, li ser xet û prensîbên xwe bimeşe û ji bo pêşketina çand û wêjeya kurdî riya xwe berdewam bike.

Her wisa, em ji xwedî, rêveber û kedkarên Peywendê yên nû re jî serkeftin û serfiraziyê dixwazin.

Wek hezkiriyên ziman û wêjeya kurdî ji niha şûn de jî em ê her bi Peywendê re bin, çi ji dest me bê em ê jê texsîr nekin.

Silav û rêz
Rêveber û Kedkarên Peywendê yên Berê
13.05.2020  

10.30.2019

SÖZDEN YAZIYA ZAZACA

Yazarlar: Okan Alay, İlyas Akman, Yusuf Aydoğdu, Nurettin Beltekin, Hasip Bingöl, Mutlu Can, Ahmet Kırkan , Bilal Zilan


Ulus devlet inşasının en önemli sonuçlarından biri, toplumun çokdilli ve çokkültürlü yapısı üzerinde ürettiği baskı olmuştur. Tekçi ve merkeziyetçi dil-kültür politikaları, bu coğrafyada yaşayan birçok dil ve kültürün kendini ifade etmesi ve geliştirmesi önünde engel teşkil etmiştir. Özellikle de modernleşme sürecinde gerekli kurumlarını oluşturamamış topluluklar söz konusu süreçten en olumsuz şekilde etkilenmişlerdir.

10.24.2019

FIRÎNA BI BASKÊN ŞIKESTÎ / Helîm Yûsiv

Berhemên edebî pirê caran sînorên hebûna madî û ya zihnî, rastiya dinya derve û ya derûniya lehengan serobinoyî hev dikin, ji xwe edebiyat hinekî jî derbaskirina sînoran e. Lê ev berhem di sînorê jiyan û mirinê de pêl dide. Li bajarekî ku bi ewrên reş yê mirinê hatiye dorpêçkirin, li pey şopa evînekê digere. Evîneke wisa ku ne tenê li ber xwe dide û dijî, lê ew mîna şitleke kesk di nav kavilên cîhaneke wêranbûyî de serî hildide. Rihê xwe xistiye kefa destê xwe û ber bi rojeke nû ve dimeş e. Her çendî baskşikestî be, dîsa jî ber bi perê asîmanan ve difire.


ŞEV NÎNE HÛN NEYÊNE XEWNA MIN / Abdulla PEŞÊW

CILDÊ DUYEM YÊ HEMÛ BERHEMÊN ABDULLA PEŞÊV

JI PÊŞGOTINA PIRTÛKÊ...

"Ev berg di bin sernavê Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) ji berhevoka Roj Niye Lêtan Tûrre Nebim (Roj Nîne li We Hêrs Nebim) û ji her du dîwanên Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) û Birûskeçandinê (Birûskçandin) pêk tê.

ÎMAJA ERMENÎ DI ROMANÊN KURDÎ YÊN SOVYETÊ DE / GÜNEŞ KAN

Serpêhatiya kurdên Sovyetê ji aliyê çand û wêjeyê ve nemaze ji aliyê edebiyata kurmancî ya modern ve çavkaniyeke girîng e. Ev berhem, pêşî şert û mercên çêbûna vê edebiyatê lêdikole, paşê jî bi baldariyeke rexneyî berê me dide nav metnên ku wê demê hatine afirandin û li pey şopa teşegirtina îmaja ermenî ya di wêjeya kurdên Sovyetê de dikeve. Di heman demê de, di bin siya wêjeyê de, li ser têkiliyên Yekîtiya Sovyetê û kurdan jî agahiyên muhîm dihewîne û bandora îdeolojiya sosyalîst a li ser estetîka edebiyata wê demê jî nîşanî me dide.

KEŞKÛL / REMEZAN ALAN

Keşkûl, axaftin û teblîxên xwedîyê xwe yên konferans, panel, komxebat û semînerên neh salan dihewîne. Ev axaftin û teblîx, derbarê mijar û kêşeyên mîna têkilîya folklor û romanê, dersa çîrokên dîrokî, taybetîyên destpêka helbest û edebîyata kurdî ya modern, endîşeya ji bo ziman, sebebên polîtîkbûna edebîyata kurdî, di modernîzasyona kurdan de rola ronakbîran, şopa nîqaşa ser zimanê yekgirtî, têkilîya dengbêjî û helbesta gelêrî, ji alîyê rêbazê ve hin şaşîyên xebatên kurdnasîyê hwd. de ne... Kitêb van kêşe û mijaran, carina di forma ceribîn û carina jî di ya gotarekê de tîne ziman, ferq û balkêşîyekê çêdike.

ÇANDA KURDÊN SOVÊTÊ / ESKERÊ BOYÎK

Çanda Kurdên Sovêtê, wekî Ansîklopediya Kurdên Sovêtê jî were binavkirin wê ne şaş be. Lewra, di nav rûpelên wê de, ji serê sedsala borî bigire heta dawiya wê, ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran bigire hetanî berhemên wan, ji sazî û dezgehên çandî bigire hetanî yên perwerdeyî û hwd, ji Riya Teze bigire heta Radyoya Yêrêvanê, çi biçûk, çi mezin hema bibêje der heqê hemû kes, sazî û bûyeran de, ji destpêkê hetanî salên 2000î agahî hene...

ORTADOĞU’DA İSLAM VE ÇATIŞAN MİLLİYETÇİLİKLER [1876-1926] / Kamal Soleimani

Kürtler üzerine olanlar da dâhil geç Osmanlı toplumu hakkında yapılan çalışmalar, Müslüman tarihini belli bir homojenlik içinde sunma eğilimindedirler. Müslüman milliyetçi düşüncenin, ilgili tarihyazımı içinde bir unsur olarak ele alınması ancak Birinci Dünya Savaşı ve Kemalizmin yükselişinden sonraya denk gelir. “Küçük Asya’nın çeşitli Müslüman halkları” arasındaki tarihsel farklılıklar ve sözüm ona “etnik bilincin olmaması” kesin bir tarihsel olgu olarak sunulur ve Birinci Dünya Savaşı’ndan önce Müslümanlar arasında milliyetçi eğilimlerin mevcut olduğu kesin bir dille reddedilir. Geçmişin bu söylemsel inşasında, Türk milliyetçiliğinin doğuşu “modern Türk devleti”nin kuruluşuyla eş tutulur. Aynı dönem, Ortadoğu’da Müslüman milliyetçiliğinin de doğum tarihi olarak görülür.

7.07.2019

ROMAN Û GOTAR - Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî / UMRAN ARAN

Li gora Tzvetan Todorov, Mîxaîl Baxtîn giringtirîn teorisyenê edebiyatê yê sedsala bîstan e. Di navenda xebatên Baxtîn de edebiyat hebe jî, wan karîgerî li temamê zanistên mirovî kiriye. Piştî ku bi rêya zanyarên wek Kristeva û Todorov, Baxtin li Ewropayê hat naskirin, li derdora navê wî û bi îlhama xebatên wî ew hinde hizir û teorî hatin avakirin ku wî yê tu carî texmîn nekiribe. Edebiyat, sînema, perwerde, felsefe, semiyotîk, xebatên çandî, antropolojî, xebatên femînîst û postkolonyal, Marksîzm û teolojî hin ji wan qadan in ku karîgeriya Baxtîn li wan bûye.

SİYERU’L-EKRAD BÂBAN VE ERDELAN KÜRTLERİ TARİHİ [1523-1870]

Abdulkadir b. Rüstem el-Bâbanî

Veysel BAŞÇI & Eral CEYLAN

Elinizdeki kitap, Abdülkadir Bâbanî’nin 1870 yılında Farsça kaleme aldığı, çeşitli bölge ve farklı siyasi alanlarda bulunan Kürtlerin tarihini yazma gayesiyle eserine Siyeru’l-Ekrad adını verdiği ancak sadece Bâban ve Erdelan Kürtleri tarihinin belli dönemlerini kaleme alabilme fırsatı bulduğundan söz konusu tarihsel anlatılara münhasır bir adlandırmayla sınırlı kaldığı yazma bir eserdir. Eser XIV. yüzyıldan XIX. yüzyılın üçüncü çeyreğine kadar olan tarihsel süreçte Bâban ve Erdelan hanedanlıklarında geçen kimi olay ve olguları ihtiva etmektedir.

QAL - Hesen Ildiz

R. Baran di edebiyata kurdî ya modern de ji wan kêm lehengan e bi êşeke egzîstenyal xwe bera nav kolanên evîn, rabirdû û bajarê xwe dide. Niştecihên bajarê wî, mirin û evîn mîna hêlekanekê di nav hebûn û tunebûnê de tên û diçin.

QEREBEGAN Tarîx, Kultur, Coxrafya - PERVİN SEPTİOĞLU

Tarix, kultur û coxrafya semede şinasnayişê yew şarî nîşaneyê erjaye yê. Na xebate xo de nuştoxe bi tarîx, kultur û coxrafya yew cayê muhîm ê zazan dana şinasnayiş; Qerebegan yan zî bi nameyo bîn Miyaran. Metodolojîyê xebate zî gelêk muhîm a. Zafê malumatê xebate fekê şarê Qerebegan ra ameyê girewtiş. Malumatê fekkî çimeyê yewin ê xebatanê îlmî yê. Na xebate de tarix, coxrafyayê mintiqa ra heta ziwan, sonik, meseleyi, efsaneyi, werdê şarî heme xususîyetî fekê şarî ra ameyê vatiş.

11.05.2018

ZIMAN Û NETEWESAZÎ: Lêhûrbûnek li ser Kovara Hawarê - RONAYî ONEN

Ronayî Onen di vê xebata xwe de, di zemîneke teorîk a aloz de, rêça pêvajoya netewesaziyê digerîne. Mijarên bingehîn ên pirtûkê kovara Hawarê û rewşenbîrên kurd in ku li dor vê kovarê hatine gel hev û ji bo netewesaziyeke bingeh-zimanî têkoşiyane.

ÎSLAM, ÎSLAMÎZM, DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ - Kamal Soleimani

Ev xebata ku ji nivîsên cuda pêk tê, mijar û temayên cur bi cur ên derbarê dîroka Kurdistan, îslam û neteweperweriyê de vedikole. Şeysiyetên cuda yên kurd ên dîrokî, wek Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Nursî, Şêx Seîd, Îsmaîl Axayê Simko û rewşenbîrên kurd ên li Stenbolê yên sedsala 19emîn têne vekolandin. Ev lêkolîn li ber roniya xebateke dirêj a li ser belgeyên dîrokî pêk tên. Belgeyên li ser van babetan bi riwangeyeke înterdisîplîner tên lêkolandin.

XEWNA MÊRIKÊN ÎRANÎ - MARDÎN ÎBRAHÎM

Ev kitêba ku niha li ber destê we ye, ew kitêb e ku Ofîlya di wê maweyê de xerîkî nivîsîna wê bû. Piştî şeş mehan Ofîlya hate ba min û ez agahdar kirim ku nivîsîna kitêbê temam kiriye. Lê ji berê lawaztir û bêtaqettir dixuya. Berî ku ez daxwazê lê bikim ji bo ku kitêbê bide min da ku bixwînim, wê ji çenteyê di destê xwe de kitêb derxist û da destê min. Belê, ev kitêba ku hûn ê niha bixwînin keçikeke bîst û şeş salî ku nedikarî xeber bide û navê wê Ofîlya bû, nivîsiye. Divê wê yekê jî bibêjim ku ji wê rojê û pê ve rewşa derûnî ya Ofîlyayê xerabtir dibû û wisa lê hat ku em neçar bûn wê neqlî nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên aqlî bikin. Ji bo cara dawîn ku min Ofîlya dît, li nexweşxaneyekê bû û di menzeleke ne xweş de, di nav du çavdêrên xwîntehl de hatibû danîn. Çavên wê bi şêweyeke tirsnak zivirîbûn û porê wê tevlihev bû û ji her demeke din lawaztir xuya dikir.

KETINA BOREQELAYÊ DI ÇÎROKEKE KEVN DE - MARDÎN ÎBRAHÎM

KETINA BOREQELAYÊ DI ÇÎROKEKE KEVN DE - MARDÎN ÎBRAHÎM

HEFSAR - Hesenê Metê

"Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse... qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.

HÊSIRÊN XWÎNÊ - Ahmedê Hepo

Berhemên Ahmedê Hepo ne tenê ji aliyê zimên ve belgeyinên wêjeyî ne; her wiha ew serpêhatiyên wî jî bi qasî zimanê wî orjînal in. Her kurdekî ku bi mebesteke kurdewariyê çûye Azerbaycanê teqez riya wî bi mala Apê Ahmed ketiye; bi alîkariya wî gihiştiye mirazê xwe. Ahmedê Hepo him damezrînerê wêjeya kurdî ya kurdên Azerbaycanê him jî bi xebatên xwe alîkariya pêşveçûna wêjeya kurdên Ermenistanê kiriye.

WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE - Helîm Yûsiv

Hêmaya tirsê ku di berhemên Helîm Yûsiv ên din de jî hêmayeke sereke ye, di vê berhemê de di kirasê wehş û hovitiyê de xwe dide der, wehşîtî û hovitiya ku bi sedsalane di reng û diruvên cur bi cur de li ser vê xakê kon vedaye...

Tarîxa Dinêserê - Îbnu Ilalmiş

Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajarana bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin.

Donzdeh Siwariyên Merîwanê - Pîremêrd

Pîremêrd, di vê berhema xwe de behsa şerê donzdeh siwariyên kurd ê li hember artêşa Îranê ya bi donzdeh hezar kesî dike. Ev donzdeh siwar
bi lehengî şer dikin û artêşa Îranê têk dibin. Berhemên wekî Mem û Zîn û Donzdeh Siwariyên Merîwanê nîşan didin ku Pîremêrd bi van her du destanên ku di nav kurdan de heta îro nifş bi nifş bi devkî hatine veguhastin, dixwaze hesteke neteweyî pêk bîne. Dema ku mirov bala xwe dide naveroka van herdu berheman, mirov dibîne ku Pîremêrd bi hêmayên neteweyî ev her du berhem neqişandine.

DESTEYEK JI DEQÊN FELSEFEYÊ - AMADEKAR: ÎBRAHÎM BOR

Ev xebat her çiqas bi rêya wergerê bîr û ramanên çend fîlozofan dide nîşan jî li vir daxwaz û mebesta van wergeran a sereke ne hînbûna felsefeyê ye, lê bêhtir di nav têgeh û termên zimanê kurdî de hînbûna felsefeyê ye. Ji ber ku em bi berçavkên têgehên di zimên de li cîhanê dinêrin, ev tê wê wateyê ku avakirin û hilberîna têgehên nû têgihiştinên me berfirehtir dike. Her têgehek nû, rê li dîtineke nû û têgehiştinek nû vedike...

11.05.2017

Dîwano Nêmcet - WK MERDIMÎN



Pêrodayîş heqî ser o, ters şikena hele bêro
Awe serî ser de şêro, mekur çeng û wirdês dima!

Eke alim aya nêbi, bi rûmet û paye nêbi
Şarî r’ xizmet xaye nêbi, mekur hes û hewes dima!

DÎWAN - WK Merdimîn

...
WK Merdimîn zî şîîranê xo stîlê klasîq de nuseno. O, şaîranê verênan ra cîya, tewirê dîwan weçîneno. Dîwanê ey mîyanê klasîk û modern de yî. Şîîrê ey yê ke dîwanan de yê zafê biaheng û kalib nuştî. Semedo ke no ahengî pêt biko, zafê şîîran de qafîye şuxulnayo. O, bi weçînişî qasîde, gazel, rubaî, beyt, şîîranê xo hîna zaf nêzdîyê tewirê klasîq keno. La Merdimîn, taye cîhetan ra zî nêzdîyê edebîyato modernî yo. Mesela ey, taye şîîrê xo bêqafîye û serbest nuştî.

Temayê şîîran, sewbîna cîhetî ke Merdimîn nêzdîyê stîlê modern kenî. O zî sey edebîyatê klasîkî, şîîranê xo de ca dano temayanê heskerdişê Homa û pêxamber, eşq, tebîetî. La heto bîn ra o, panoramaya komela ke zerre ra vejiyayo erz keno. Temaya awan kerdişî neteweyî, stîlê klasik de çin o la Merdimîn na tema zaf şuxulneno. Pê na rêzê şîîrê Çin O de vêrena de kifş keno ke neteweyê xo ra bêqayt nêmoneno: “Her teyre refê xo de perrena / Şarî xo caverdayîş rê mazeretêk çin o.”


9.04.2016

Şewnameya Şa'irekî Têhnî (Hemû Berhem) - Abdulla Peşêw



Weşanxaneya Peywendê dest bi çapkirina hemû berhemên Abdulla Peşêw kir. Çar berhemên pêşîn yên Peşêw di cildekî taybet de hate çapkirin. Berhemên Peşêw yên mayîn jî wê di du cildên taybet de werin çapkirin. 

MEM Û ZÎN - Pîremerd


Şanonameya Mem û Zîn di 1932’yan de wekî rêzenivîs di rojnameya Jiyanê de tê weşandin. Di 1934’an de jî wekî kitêb tê çapkirin. Pîremêrd sê şanoname nivîsîne û ji wan a ewil Mem û Zîn e ku ew şanoname wekî yekemîn şanonameya bi soranî tê qebûlkirin.

MEMÊ BÊ ZÎN - Helîm Yûsiv


Memê Bê Zîn, ji çîrokên di hêla mijar, naverok, şêwe û awayê honandinê de ji hev cihê û ji hev dûr pêk tê. Ji çîrokên surreal bigire hetanî çîrokên ji bîranînên dema xwendekariya zanîngehê, ji wir hetanî bi çîrokên ku li ser bingeha felsefeya hezkirin û evînê hatine honandin. Her wisa cihên qewimandina bûyeran jî cihê cihê ye; Kurdistan, Sûriye û welatên Ewropayê.

TIRSA BÊDIRAN - Helîm Yûsiv


“Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji we re bibêje li wê çargoşeya di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de. Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzikayî nas bike û bizanibe tirs çi ye, bila berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê çêbûye û lê pîr bûye.”

STÊRKA XURICÎ FERÊT - Welat Dilken


Stêrka Xuricî Ferêt zemanê qedîm û îro tîne ba hev û bi rêya vegotinên paralel, çîroka ava kirina berhemên antîk ên Komagenê û çîroka xirakirina wan bi hev re vedibêje. Çîrokek me dibe zemanên xwedayan û nîşanî me dide ka çawa Samosê nivîsar bi fermanên Keyser, gotinên wî yên yezdanî dinivîse û Hoste Zosîmos wêneyê evîna Samos Stêraya kulek wek rûyê keybanûyê neqş dike.

ÇÎROKA REŞPOŞAN - Dana Fayeq

Çîroka Reşpoşan her çiqas berhemeke ji hêla fizîkî ve kêmrûpel û biçûk be jî, ji hêla teşe, mijar û hemû taybetiyên xwe yên din ên edebî ve berhemeke xurt û qedirbilind e.